ANKARA
Lijneya Wezîran di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de civiya. Civînê li Qesra Serokomariyê di saet 12.20an de dest pê kir.
Piştî civînê dê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, li Hêwana Civîna Çapemeniyê ya Serokomariyê daxuyaniyê bide.
18emîn Civîna Wezîran a di Serokatiya Serokomar de îro tê kirin
Berî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar Cemal Gursel, Fahrî Koruturk, Kenan Evren, Tûrgût Ozal û Suleyman Demirel jî serokatiya lijneya wezîran kir. Erdogan piştî destpêka serdema pirpartiyî ya Tirkiyeyê, dê bibe 6emîn Serokomarê ku serokatiya Lijneya Wezîran dike.
Heştemîn Serokomarê Tirkiyeyê Tûrgût Ozal heft caran, heftemîn Serokomarê Tirkiyeyê Kenan Evren çar caran, çaremîn Serokomarê Tirkiyeyê Cemal Gursel du caran, şeşemîn Serokomarê Tirkiyeyê Fahrî Koruturk du caran û nehemîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel du caran serokatiya lijneya wezîran kir.
Civîna dawîn di serokatiya nehemîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel de, di 12ê gulana 2000an de, li Avahiya Navenda Serokwezîriyê piştî ziyareta xatirxwestinê ya Bulent Ecevît hatibû kirin.