2015 ж. 09 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 09 қараша
ANKARA
Lijneya Wezîran a Berwext wê îro bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu bicive.
Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiyê civînê li Koşka Çankayayê di saet 17.00an de dest pê bike.
Hat ragihandin ku ev civîn civîna dawîn a Lijneya Wezîran a Berwext e.
Piştî civînê Serokwezîr Davutoglu wê şîvê bide endamên hikûmetê. Jinên wezîran jî wê beşdarî xwarinê bibin.
- Lijneya Wezîran a Berwext 3 caran li hev civiya
Lijneya Wezîran a Berwext di 1ê îlonê de, di 22yê îlonê de û 12ê cotmehê de 3 caran li hev civiya.