2015 ж. 05 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 06 қараша
HEWLÊR
Berpirsiyarê Karên Derva yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemîn Hewramî destnîşan kir ku encamên hilbijartina 1ê mijdarê nîşan didin ku kurd îstiqrarê dixwazin û got divê HDP vê peyamê baş fehm bike.
Hewramî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku AK Partiyê ji kurdan gelek ray wergirt û bi tena serê xwe bû îqtidar û wiha got: "Rayên ku AK Partiyê wergirt nîşan didin ku kurd îstiqrarê dixwazin. Ev jî ji bo îstiqrarê peyama kurdan e. Divê HDP vê peyamê baş fehm bike."
Hewramî destnîşan kir ku divê HDP li ser siyaseta xwe bifikire û wiha xeberda: "AK Partiyê ji kurdan gelek ray wergirt."
Hewramî diyar kir şerê ku PKKyê da destpêkirin zirarê da rêjeya rayên HDPyê û wiha axivî: "Divê Qendîlê ev tiştana bidîta û wisa hereket bikira. Şer çareseriyê nayne. HDP ji bo di qada siyasî da, di pêvajoya çareseriyê da pêşva here, divê polîtîkayê bike. Wek mayîn divê HDP li ser siyaseta xwe bifikire. Mirin û kuştin tu tiştekî çareser nakin."
Hewramî destnîşan kir ku wê îqtidara AK Partiyê bibe wesîle ku di warê demokratîkbûn, pêvajoya çareseriyê û çareserkirina meseleya kurdan da gav bên avêtin û wiha got: "Em dixwazin AK Partî polîtîkayên xwe berdewam bike. Hêviya me ew e ku gelên Tirkiyeyê bi hev ra bijîn."
Berpirsiyarê Karên Derva yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Pîre jî diyar kir ku HDPyê piştî 7ê hezîranê polîtîkayeke baş nemeşand û wiha xeberda: "HDPyê piştî hilbijartina 7ê hezîranê ji bo avakirina hikûmetê daxuyaniyên baş neda. Helwesta wan ne rast bû. Piştî destpêkirina şer kesên ku ray dabûn HDPyê ray dan AK Partiyê."