05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Serdozgeriya Komarê ya Şanliûrfayê der heqê Parlementerê Şanliûrfayê yê HDPê Îbrahîm Ayhan da bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kir" fezleke amade kir ku destlênedayîna wî were rakirin.
Ayhan ji bo PKKyiyê ku di operasyona 22yê îlonê ya Hêzên Çekdar ên Tirk da hat kuştin wiha gotiye: "Fermandarê asî yê Dêrsimê Baran Dêrsim û şervanê azadiyê yê berxwedana Kobanê Azîz Guler, em li ber bîranîna we rêzê digrin û çong vedidin." Serdozgeriyê ji bo vê gotinê fezleke amade kir.
Di fezlekeyê da li gor benda 83yem ya Makezagonê hat xwestin ku "destlênedayîna wî were rakirin" û hat gotin ku Ayhan propagandaya rêxistina terorê kiriye.
Ji bo ku radestî Serokatiya Meclisê bikin, fezleke ji Midûriya Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê ra hat şandin.