2015 ж. 05 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 06 қараша
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Hewlêrê de bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hat bal hev.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê der barê hûrguliyên hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Li gor daxuyaniyê di hevdîtina di navbera Sînîrlîoglu û Barzanî de li ser geşedanên li Rojhilata Navîn, şerê navxweyî ya Sûriyeyê û mijara têkoşîna bi terorê re sekinîn. Hat diyarkirin ku her du alî jî wek hev difikirin ku li hember geşedanan divê her dem di nav têkiliyê de bin.
Dan zanîn ku Sînîrlîoglu silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihandiye Barzanî. Di daxuyaniyê de cî dan axaftina Sînîrlîoglu. Wezîr Sînîrlîoglu li ser pêşketina li Herêma Kurdistanê sekinî û wiha axivî: "Tirkiye piştgiriyê dide ku herêma Kurdistanê ya ku pê re têkiliyên wê yên cîrantiyê baş e pêş bikeve. Tirkiye piştigiriyê dide îstiqrar û ewlehiya li Herêma Kurdistanê. Her wiha em dixwazin ku têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re ji her aliyê ve xurt û berfireh bikin."
Barzanî jî ji ber ku hilbijartinên 1ê sermawezê bi serkeftî derbas bûn, Sînîrlîoglu pîroz kir û wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinê xizmetê îstiqrar, ewlehî û aştiya navxweyî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Tirkiye û Herêma Kurdistanê cîranên hev in û li heman erdnîgariyê ne. Her du alî jî divê ji bo pêşketin û gumrahiyê hewl bidin. Ji bo ku îstiqrar, ewlehî û aştî bê pêkanîn her dem divê di nav hevkariyê de bin."