2015 ж. 04 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 05 қараша
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatin bal hev.
Sînîrlîoglu û Barzanî li Selahaddîna navçeya Hewlêrê li Avahiyê Fermî ya Serokwezîrtiyê hatin bal hev. Hevdîtin bêyî çapemeniyê çêbû û di civînê de mijarên li herêmê û têkîliyên Tirkiye û HKIyê hatin axaftin.
Enstîtuya Lêkolînê ya Navneteweyî (MERI) li Hewlêrê bi navê "Pêşeroja Rojhilata Navneteweyî" konferansekê li dar dixe. Bendê ne ku Sînîrlîoglu jî beşdarî konferansê bibe.
Sînîrlîoglu duh êvarê bi balafireke taybet ve hatibû Hewlêrê û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKyê Berham Salih re hevdîtin kiribû.