2015 ж. 11 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 12 қазан
Di daxuyaniya piştî hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re hat weşandin de wiha hat gotin: "Di hevdîtinê de hat gotin ku li dijî demokrasî û welat û aramiya gelê me bûyerên terorî tên lidarxistin, li ser giringiya hevkariya dîjî van bûyeran hat sekinîn. Divê li gor rê û rêzikên hiqûqê, têkoşîna dijî terorê bi biryarî bê domandin."
Di daxuyaniya mişavîriya wezareta çapemeniyê kir de hat destnîşankirin ku, Serokwezîr Davutoglu piştî bûyera terorî ya duh li Enqerê qewimî, bangî serokê her du partiyên ku di meclisê de koma wan heye kir û Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê bersiveke erênî da banga Serokwezîr. Serokwezîr û Kiliçdaroglu îro di saet 15.00an de li Koşka Çankayayê hatin bal hev.
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Êrîşa terorî ya menfûr careke din bû sedema xemgîniya gelê me. Sedem, çavkanî, armanc û hedefa bûyerên terorî çi dibe bila bibe, divê li hemberî wê bibin yek û lanet bikin."
Di vê çarçoveyê de biryar dan ku di pêvajoyê de derbarê geşedan û agahiyan de hevdîtin bikin û hemû agahiyên bidestketî parve bikin.