2015 ж. 11 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 12 қазан
Wezîra Yekîtiya Ewropayê (YE) Berîl Dedeoglu derbarê bûyera terorî ya duh li Enqerê qewimî de wiha got: "Tirkiye ji xwe di nav îtifaqa ku dijî terorê têdikoşe de ye. Yanî nirxandineke wekî ku heta niha TIrkiyê dijî terorê tiştekî nekiriye û dê ji vir û pê ve bike ne rast e û mirov pêbawer jî nabin. Di navbera vê bûyera û yên din de ferq hene. Bi rêya vê bûyera hin tiştên wekî 'hêzên ku hewl didan bi rêya PKKyê siyaseta Tirkiyê bixin kontrola xwe, ya ku civaka navneteweyî dixwaze bi rêya PKKyê bike' jî deşîfre bûn. Hewl didin ku bi rêya meseleya PKKyê li ser Tirkiyê zordestiyê bikin û Tirkiyê derveyî meseleya Sûriyê bihêlin."
Dedeogluyê ji bo CNN Turkê rojev nirxand û sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşê de mirin. Dedeoglu wiha axivî: "Bi vê bûyerê xwestin ku peyameke dîtir bidin. Yanî ev bûyereka rûtîn a terorî nebû. Mînak, duh polêsekî me cangorî bû. Bi rêya vê bûyerê ew li paş ma, nehat dîtin."
Dedeogluyê got ku dixwazin bi rêya bûyerên wiha ku kiryarên wan nediyar in, di nav civakê de kaosê çêbikin û tirsên bixin nav miletê û wiha dewam kir: "Bi vê çalakiyê hewl dane ku kaosê çêbikin û rê li ber tesxpîtkirina kiryarên bûyerê bigrin. Çalakiyeke profesyonel e. Li vir xwestin ku qadeke pêneewle çêbe. Gelek kesan hedef girtine. Diyare ku xwestine gelek kes bimrin. Di rewşeke wiha da divê mirov berî hertiştî aram be."
Dedeogluyê destnîşan kir ku komên ji hev du cihê derbarê bûyerê de nirxandinên ji hev du cuda dikin û ji ber vê yekê jî di qada siyasî de nediyareke çêdibe û got "Hêvî dikim ku êrîşên wiha menfûr nebin amûreke siyasî û neyên bikaranîn, hêvî dikim ku hişmendiyeke wekî 'ev êrîş li dijî me hemûyan hat kirin' çêbe."
Dedeogluyê got ku piştî van bûyeran ew ê îtifaqa navneteweyî ya têkoşînê ya dijî terorê bi hêztir bibe û wiha dewam kir: "Tirkiye ji xwe di nav îtifaqa ku dijî terorê têdikoşe de ye. Yanî nirxandineke wekî ku heta niha TIrkiyê dijî terorê tiştekî nekiriye û dê ji vir û pê ve bike ne rast e û mirov pêbawer jî nabin. Di navbera vê bûyera û yên din de ferk hene. Bi rêya vê bûyera hin tiştên wekî 'hêzên ku hewl didan bi rêya PKKyê siyaseta Tirkiyê bixin kontrola xwe, ya ku civaka navneteweyî dixwaze bi rêya PKKyê bike' jî deşîfre bûn. Hewl didin ku bi rêya meseleya PKKyê li ser Tirkiyê zordestiyê bikin û Tirkiyê derveyî meseleya Sûriyê bihêlin."
Berîl Dedeogluyê daxuyaniyên der heqê kiryarê bûyerê de hatin kirin û bibîrxist û got, belê DAEŞ wekî navnîşan, wekî kiryarê bûyerê tê nîşandan; lê mirov nikare jê emin be û wiha dewam kir: "Dema ku min bijartina cihê teqînê, koma ku hedef girtin da berçavê xwe min got ku armanca vê êrîşê herêmeke an komeke nîne. Yanî dibe ku DAEŞ-PKKyê li hev kiribe, dibe ku milîtanên her du aliyan peyman çêkiribin; lê tenê ne ev dibe ku têkiliya hin welatan jî pê re hebe. Yanî bi min re hîseke welê çêbû."
Wezîr Dedeogluyê li ser pirsa 'Hûn di mijara pirsgirêka çareseriyê de bi hêvî an na?' got: "Dema ku mirov berê xwe dide gel, dibîne ku gel dixwaze li şer û kaosê dawî were. Ji bo vê jî ez hêvîdar im."