Di çarçoveya lêpirsîna dijî FETOyê da bo 30 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn
Ankara
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) birêva dibe da ji 30 kesên der heq wan da biryara binçavkirinê hebûn 25ên wan hatin qefaltin.
Di encama lêkolînên hêzên ewlehiyê da 30 kesên delîl nîşan didin bi FETOyê ra têkiliya wan heye, hatin tespîtkirin.
Li gor tespîtan ji gumanbaran 15 kes hatine îxrackirin û 15 kes jî hê li ser karê xwe bûn.
Di çarçoveya operasyona Enqere navend li 12 bajaran hat kirin da 25 gumanbar hatin qefaltin û ji bo yên mayî jî xebat didomin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.