Tirkiye

MÎTê qaşo rêvebira payebilind a PKKyê Delal Azîzoglu li Silêmaniyê berteref kir

Barış Gündoğan  | 24.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
MÎTê qaşo rêvebira payebilind a PKKyê Delal Azîzoglu li Silêmaniyê berteref kir

Ankara

 Qaşo ji rêvebirên payebilind ên PKKya rêxistina terorê Delal Azîzoglu di operasyona ku Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li Silêmaniya bajarê Iraqê kir da hat berterefkirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li gor tesbîtê terorîsa PKKyî Delal Azîzogluya bi kodnavê "Raperîn"ê bi telîmata ku ji Qendîlê hilda va çû Silêmaniyê û li vî bajarî dima.

Ciyê terorîstê hat tesbîtkirin MÎTê bi operasyonê ew berteref kir.

- Li Ewropayê çalakiyên dereqanûnî organîze dikir

Li gor tesbîtê Delal Azîzoglu di 1992yan da tevî rêxistinê bûye, li devera çiyayî ya Diyarbekirê 8 salan tevî fealiyetên çekdarî bûye, di şaxa Ewropayê ya rêxistina terorê da cih girtiye. Terorîst Azîzoglu di sala 2001ê da li Bruksela paytextê Belçîkayê qaşo Lijneya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê da wekî endama dîwanê û lijneya rêvebiriyê hatiye hilbijartin, li Ewropayê çalakiyên dereqanûnî organîze kirine.

Li gor tesbîtê terorîstê di 2013an da li Ewropayê çalakiyên dereqanûnî jî organîze kirine. Terorîst heman salê wekî endamê Konseya Rêvebiriyê ya KCKyê hatiye hilbijartin, paşê bûye endama qaşo dîwana Kongra-Gelê û qaşo rêvebira PAJKya şaxa jinan a PKKyê, demekê li Sûriyeyê ser navê rêxistinê fealiyet kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.