2015 ж. 10 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 11 қазан
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo teqîna li Enqereyê got: Min bi dehan carî got û ez dîsa jî dibêjim. Nêrîn û fikrên me yên siyasî çi dibin bila bibin, baweriya me çi dibe bila be, lazim e ku em hemû bi hevdu re lenetê li terorê bînin."
Kiliçdaroglu li Stenbolê ji ber teqîna li Enqereyê bernameya ku wê beşdar bibûyayê betal kir û daxuyanî da rojnamegeran.
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ragihand ku Tirkiye bi tabloyeke ku pê nakeve re rû bi rû ma û wiha dewam kir: "Heyfa vî welatî ye. Min gelek caran got û ez dîsa jî dibêjim. Nêrîn û fikrên me yên siyasî çi dibin bila bibin, baweriya me çi dibe bila be, lazim e ku em hemû bi hevdu re lenetê li terorê bînin. Em bi tabloyeke ku bi Tirkiyeyê nakeve re rû bi rû ne."
Kiliçdaroglu ragihand tu kes nikare rewşeke ku Tirkiye jê aciz e bi zorê bike stûyê Tirkiyeyê û ew kesên xwedî wê daxwazê ne jî li hemberî Tirkiyeyê xwediyê wê qewetê nînin û wiha dewam kir: "Emê bi hemû bawerî û biryarên xwe ve lenetê li terorê bînin û têkoşîna xwe ya li hemberî terorê jî bidomînin."