Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû piştî pêwendiyên xwe yên li paytexta Washîngtona DYAyê pirsên rojnamevanên Tirk bersivandin.
Kiliçdaroglû destnîşan kir ku serdana wî ya li DYAyê baş derbas bûye û ji ber eleqeya Amerîkayiyan û Tirkên li DYAyê zehf kêfxweş bûye û wiha axivî: "Divê ez bêjim ku vîzyon û armancên me li DYAyê eleqeyeke mezin dît. Muxatabên me destnîşan kirin ku ev serdan pêwist bû û kêfxweşiya xwe anîn zimên û dixwazin CHPyê zêdetir li DYAyê bibînin."
Kiliçdaroglû diyar kir ku vekirina Nûnertiya Washîngtonê ya CHPyê serdana wan watedartir kiriye û dê girîngiyê bidin xebatên xwe.
Kiliçdaroglû pirsa li ser serdana wî ya li Yekîtiya Amerîka û Tirkiyeyê jî bersivand û diyar kir ku ji bo serdana xwe ya li DYAyê bernameyeke berfireh amade kirine û heta ji destê wan were bi hemû saziyan re hevdîtinan dikin û axaftina xwe wiha domand: "Em tu vexwendinekê red nakin, wan jî em vexwendin, xwestin taştê bidin û em jî çûn. Ya rast ji çapemeniyê re girtî bû, lê min dixwest vekirî bûya. Çimkî bi her awayî ji me re qala xebatên xwe kirin. Em jî kêfxweş bûn. Me taştê xwar û yek carekê jî peyva "Gulen" derbas nebû. Derbas bibûya dê çi bibûya, tu tiştekî jî nedibû. Em bi her kesî re diaxivin."
Kiliçdaroglû pirsa "Ji tevgera Gulen an jî ji derûdorên ku bi cimaetê re têkildar in, hêviya we ya ray standinê heye" wiha bersivand: "Em dixwazin hemû welatî ray bidin me. Yanî em nikarin ji kesên ku wekî me nafikirin re bibêjin ray nedin me. Di siyasetê de tiştekî wiha tune û em ji her kesî ray dixwazin. Ji hemû derûdoran, pirsgirêk û derdên kê heye, em ji wan rayan dixawazin. Tirkiye dişibe trêna ku ji rê derketiye, diçe ku ne diyar e. Divê ev trên cardin bikeve rêya xwe. Divê em Tirkiyeyeke ku berê xwe daye Rojava û medeniyata nûjen ava bikin. Ji ber vê jî em rayên her kesan dixwazin."