Serokê DYAyê Barack Obama qebûl kir ku saziyên îstixbaratê yên Amerîkayê di wextê de tehdîda ku DÎŞI li Sûriyeyê bû sedem biçûk dîtin û vîn û qebîliyeta şerkirina artêşa Iraqê ya li hember vê rêxistinê di çavê xwe de mezin kir.
Obama di televîzyona CBSyê de hevpeyvînek da bernameya "60 Minutes" û li ser pirsekê diyar kir ku Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya DYAyê James Clapper gotiye ku DYAyê "bûyerên ku li Sûriyeyê qewimîn biçûk dîtin" û ez jî wekî wî difikirim.
Di bernameyê de gotinê Calpper ên wekî "Me vîn û qebîliyeta artêşa Iraqê ya şerkirinê ( li hember DÎŞIyê) di çavê xwe de mezin kir" hat bibîrxistin. Obama li ser vê yekê got ku "Ev yek teqez rast e."
Obama got ku em ji aliyek ve li dijî birêvebiriya rejima Beşşar Esed derdikevin, ji aliyê din ve jî bi milîtanên DÎŞIyê yên ku li dijî rejima Esed in re şer dikin û em haj bi vê nakokiyê hene û wiha axivî:
"Ez haj bi nakokiya li axake hevnegirtî û di nav şerteke hevnegirtî heme. Em nikarin di bin birêvebiriya Esedê (ku qetlîamên dehşetengîz dike) li Sûriyeyê ji nû ve îstiqrarê pêk bînin. Ji bo ku Sûriye parçe nebe ne mimkun e ku Esed vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji hêla din ve ji aliyê gefên lezgîn ên li ser DYAyê ve DÎŞI, rêxistina Horasanê ev dikarin amerîkayiyan bikujin."