WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jen Psakî, êrîşên hêzên Esed ên ku bi bombeyên warîlê li ser herêmên di bin kontrola muxalifan de ne dikin, şermezar kir.
Psakî daxuyanî da û got:
"Em vê çalakiyê bi awayekî tund şermezar dikin. Hemû tundiyên ku wek vê tê de sivîl dimirin çavkaniyên qisawetê ne." Psakî li ser qisawetên ku ji ber êrîşan derdikevin holê jî sekinî û wiha dewam kir: "Em wek DYA ji bo ku dawî li van tundiyan bê, him di qada navneteweyî de û him jî li Neteweyên Yekbûyî (NY) xebatên xwe dikin û tiştên ku ji destê me tê em dikin."