2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
HEWLÊR
Qismek ji 6 hezar Pêşmergeyên Sûriyeyî yên ev demek e ku li Iraqê dihatin perwerdekirin, derbasî Sûriyeyê bûn.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê wergirt, beşek ji Pêşmergeyên Sûriyeyî bi rêya bejayê derbasî Sûriyeyê bûn. Ev Pêşmerge li herêmên di kontrola PYDyê yên li bakûrê Sûriyeyê de dê li hemberî DAEŞê şer bikin. Pêşmergeyên Sûriyeyî yên mayîn jî dê di rojên pêşiya me de derbasî Sûriyeyê bibin.
6 hezar Pêşmergeyên çekdar ên Sûriyeyî di hîmayeya Serokê HKIyê Mesûd Barzanî de li kampên leşkerî ên li Hewlêr û Duhokê bi destê fermandarên kurd hatibûn perwerdekirin. Ev Pêşmerge, wekî girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê yên ku wekî nêzîkê Barzanî tên zanîn dê deverên kurdan ji DAEŞê biparêzin.
Di mijara sewqkirina hêza Pêşmergeyên navborî ya ji bo Sûriyeyê de beriya niha di navbera Hevserokê PYDyê Salih Muslîm û Mesûd Barzanî de nakokî derketibû. Ji ber ku nêzikî Barzanî ne Muslîm ji derbasbûna Pêşmergeyên kurd ên Sûriyeyî qaîl nebibû. Lêbelê Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Brett McGurk di 15ê îlonê de hatibû Hewlêrê û bi Barzanî û Muslîm re hatibû bal hev. Di civîna sêalî ya navborî de biryar hatibû dayîn ku 6 hezar Pêşmergeyên Sûriyeyî sewqî herêmê werin kirin.