Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got ku parlementoya ku me li Rojava damezrand, îlana birêvebiriya berwext nîne, lê gava wê ya ewilîn e.
Muslim li Parîsê xebatên xwe yên siyasî birêvedibe û li ser telefonê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Muslîm îdiayên ku dibêjin ' PYDê li Rojava birêvebiriyeke berwext îlan kir' nirxand.
Muslim got ku ya hat îlankirin birêvebiriya berwerxt nîne, lê gava wê ya ewilîn e, em vê yekê bi saziyên Rojavayê re dikin, em dixwazin ku birêvebiriyeke sivîl çêkin.
Muslim der barê parlementoya ku ji 82 kesan pêk tê de got ku "Ev parlementoyeke damezrîner e, hikûmet nîne. Me ji bo ku em hewceyiyên gelê Rojavayê bi cî binin, ava kir. Em dixwazin ku gelê kurd mafên xwe biparêze. Heke amadehî biqedin em ê di navbera 3 mehan de hilbijartinan bikin."
Muslim der barê îdiayên ku dibêjin "Îlana birêvebiriya sivîl, ji bo ku şeht li ziyareta Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî bide, hat kirin" de got ku 'nexêr, demeke dirêje em vê yekê diaxivin, xebatan dikin. Niha hat vê astê, ev ne li dijî tu kesî ye, ne jî bi kesî re eleqedar e.'
Salih Muslim bersiva vê pirsê "El Partî, Partiya Yekitiya Kurdên Sûriyê û Partiya Azadî ya Sûriyê çima di vê teşekulê de cî nagirin?" wiha da: "Me her kes vexwend civînê, lêbelê van partiyên siyasî ev yek nepejirandin. Ev partî ji ber berteke Tirkiye û koalîsyonê beşdarî civînê nebûn."
Muslim da zanîn ku heta niha tu geşedanên ku ew di birêvebiriya parlementoya hat damezrandin de cî bigire tuneye û ragihand ku heke bê xwestin çi peywir bê dayîn dê qebûl bike.
- " Ziyareta Barzanî ya Diyarbekirê asayî ye"
Muslim der barê serdana Barzanî ya Diyarbekirê de jî diyar kir ku Barzanî ji mêj ve bi hikûmeta Tirkiyeyê re hevdîtinan dike û got ku çûna Barzanî ya Diyarbekirê tiştekî asayî ye. Em hêvî dikin ku Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Erdogan re mafê kurdan biparêze.