Di bagera ku li Fîlîpînê qewimî de bi hezaran kes mirin. Ekîba Anadolu Agencyê jî ji bo ku der barê rewşa dawî de agahiyan bide, xwe gihand bajarê Tablocanê. Lewra Tablocan ji bajarên ku herî zêde zirar dîtiye yek e. Li gor dîtin û nêrînên ekîba AAyê di kûçe û kolanan de bi hezaran cesedên mirovan hene.
Wênekêşerê AAyê Onûr Çoban û Kameravan Kenan Yeşlîlyûrt xwe gihandin bajarê Taclobana ku ji bagerê gelek zirar dîtiye.
Bagera ku di seatê de leza wê 350 kîlometre bû, li bajêr her tişt serûbin kiriye û cesedên mirovên ku di bobelatê de can dane jî li kolana belav bûne.
Li hin deveran cesed kirine hundirê telîsan lê hêj neveşartine û ji ber ku hewa jî germ e bêhn ketiye cesedan.
Leşkerên Fîlîpînê ji bo ku cesedan ji holê rakin dixebitin û li aliyekê jî xebatên xwe yên lêgerînê didomînin. Cesedên di telîsan de ji bo ku bên defînkirin, dikin kamyonan û ji herêmê dibin. Lê ev xebat qet têr nakin û alîkariyeke berfireh ji bo herêmê lazim e.
Xebatên ji bo alîkariya mirovahî têr nakin û Fîlîpîniyên ku di bobelatê de malên wan xerabûne, li ber derê navendên alîkariyê di rêzê de ne. Dixwazin ku ji alîkariyan sûdwerbigrin.
Ji aliyê din ve jî, ji bo kesên ku di bagerê de birîndar bûne jî navendên tedawiyê hatin avakirin.
Hat daxuyandin, di bagera ku dawiya heftê li Fîlîpînê qewimî de hete niha 2 hezar û 275 kes mirine.