Li Iraqê li herêmên cuda êrîş hatin kirin, di êrîşan de 16 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, li Tîkrîtê bi wesayîta bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin, di êrîşê de 7 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li bajara Bakubayê bombe avêtin nav konvoya ku dê beşdarî çalakiyên bibîrxistina şehadeta Hz. Huseyin bibûya. Bi teqîna bombeyê 5 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Komên çekdar li bajarê Enbarê bi bomban êrîş birin li ser malên du polêsan. Di bûyerê de 4 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê li herêmê bergiriyên berfireh hatin girtin.
Kesî hêj berpirsyariya êrîşan negirtiye li ser xwe, rayedarên Iraqê jî hêj tu daxuyaniyên fermî nedan.