2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
HELEB
Hat ragihandin ku li derûdora taxa Şêx Meqsûd a Helebê ya li bakûrê Sûriyeyê di navbera hêzên PYDyê û muxalifan de pevçûn derket.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê li Helebê ji çavkaniyên herêmê wergirt, li derûdora taxa Şêx Meqsûd a Helebê di navbera hêzên PYDyê û muxalifan de pevçûn derket.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên PYDyê li tanga taxa Şêx Meqsûd li ser rêya Kasteloyê tevî ambûlansekî gule berdan wesayîtên sivîl û wiha gotin, "Hêzên PYDyê bêyî ku sebebek hebe êrîşê wesayîtên di rê de kirin, li ser vê jî muxalifan bi çekên cuda êrîş birin ser hêzên PYDyê."
Li gorî pêzanîna ku ji çavkaniyan hat wergirtin, ji ber pevçûnan rêya Kasteloyê hat girtin.