2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu Ehmed Mihemedê xwendekarê misliman ê ku li eyaleta Teksasê saetek çêkiribû ü ji bo ku nîşanî mamosteyê xwe bide biribû xwendingehê, li ser vê hatibû binçavkirin dît û pê ra selfîe kişand.
Serokwezîr Davutoglu di roja ewil a ziyareta xwe da beşdarî bernameya ku Weqfa TURKENê bû û bi malbata Ehmedê 14 salî ra hat ba hev.
Serokwezîr Davutoglu û Sare Davutoglu bi Ehmedê ji Sudanê yê ku bi bûyera hat serî wî va niqaşên Îslamofobiyê dîsa da destpêkirin ra eleqedar bûn û pê ra selfîe kişandin.
Beriya hevdîtinê Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku ew ê Davutoglu bibîne zehf kêfxweş e.
Ehmed got ku di ziyareta New Yorkê da dibe ku bi hin kesên ji Neteweyên Yekbûyî yên payebilind ra jî bê ba hev û dixwaze ku rojekê bê ziyareta Tirkiyeyê.
Ehmed bi desta saetek çêkiribû û mamosteyê wî wetrê saet bombe ye û Ehmed ji ber vê hatibû binçavkirin. Ehmed diyar kir ku ew ê bi hacetên elektronîk ra eleqeya xwe pêşda bibe û li ser dixebite ku jeneratorekî çê bike.
Mihemed Hesen Mihemedê bavê Ehmed destnîşan kir ku ji bo piştgiriya ku Tirkiyeyê ji bo lawê da minetdar e.
Hesen Mihemed wiha got: "Piştgiriya Tirkiyeyê tiştekê teze nîne, do jî piştgirî dida. Di dewra Osmaniyan da jî ev wisa bû."