2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
QAHÎRE
Hat ragihandin ku li Gîzaya bajarê Misrê di navbera polês û komeke çekdar da pevçûn derket, di pevçûnê da 9 terorîst hatin kuştin, 5 polês birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Misrê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê xeber hildan ku komek terorîst li Zeydiyeya herêma Gîzayê di çifligeke mirişkan da xwe vedişêre û xwe amade dike ku roja eydê da êrîşan bike. Hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê di ser terorîstan da girtin û pevçûn derket, di pevçûnê da 9 terorîst hatin kuştin, 5 polês birîndar bûn.
Hat ragihandin ku vê koma terorîst demekê berê bi bombeyê êrîşî saziya ewlekariya neteweyî ya li Balyozxaneya Îtalyayê ya li Qahireyê kiribû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li Gîzayê di operasyona dijî komeke ku tevlî bûyerên terorê bûne da 6 kes hatibûn kuştin.