Abdullah Tel
2015 ж. 18 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қыркүйек
TEKSAS / IRVING
Xwendekarê lîseyê Ehmed Mihemedê 14 salî yê misilman ê ku li Teksasa eyaleta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî saeta ku bi xwe çêkir ji bo nîşanî mamosteyê xwe fenê bide biribû mektebê lê li wê derê ji hêla polêsan ve hatibû binçavkirin got: "Dema ku ez hatim binçavkirin tirsiyam lê bi saya peyamên piştgiriyê yên ku ji çar aliyê dinyayê ji min re hatin ez êdî natirsim. Ez niha wiha hîs dikim ku ew ji min ditirsin."
Ehmed Mihemed li mala xwe ya ku li Îrvînga bajarê Teksasê ye pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Mihemed der heqê polêsên Îrvîngê û rêveberiya Lîseya McArthûrê ku lê xwendekar e de axivî û diyar kir dema ji ber îcada ku gotin qey bombe ye hat binçavkirin, xwest têlefonî malbata xwe bike lê ji bo vê yekê destûr nedanê.
Ehmed Mihemed destnîşan kir ku ji bo xwe parêzer xwest û wan jî got: "Ji bo vê yekê emrê te biçûk e."
Di daxuyaniya xwe de Ehmed got: "Kêmnetewe bin jî hin mafên însanan hene û muameleyên ku li min hatin kirin jî binpêkirina mafên mirovan e."
Naxwaze careke din biçe Lîseya MacArthûrê
Mihemed pirsa der heqê dema ku hat binçavkirin çi hîs kir jî bersivand û ji bo wê demê wiha axivî: "Dema ku ez hatim binçavkirin tirsiyam lê bi saya peyamên piştgiriyê yên ku ji çar aliyê dinyayê ji min re hatin ez êdî natirsim. Ez niha wiha hîs dikim ku ew ji min ditirsin."
Xwendekarê misilman hêvî kir ku bi tenê ne îslamofobî dawî li nijadperestiyê jî bê.
Piştî bûyera xeletfehmkirinê Serokê DYAyê Barack Obama jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ew dewetî Qesra Spî kir, Mihemed ragihand ku di demeke nêz de seba ziyaretê wê biçe Qesra Spî û lê dil nake biçe Lîseya MacArthûrê, dixwaze ji niha pê ve bi sepandina pergala "Xwendina li Malê" ya ku li DYAyê di rewacê de ye xwendekariya xwe bidomîne."
Ehmed Mihemed piştî bûyerê ji ber ku pergala wî ya malê serobin bû bo demekê li mala xizmekî xwe ma û ji bo piştgirên xwe jî got: "Hûn dikarin bi serfiraziya xwe xeletiya wan kesên ku ji we bawer nedikirin li ser û çavên wan bixin. Dînê we, rengê we, nijada we çi dibe bila be lê nehêlin ku ew rê li we bigire. Ev yek min nade sekinandin. Ev îcada min a ewil nebû û wê ya dawîn jî nebe."
"Ecêb e ku polês nizane saet û bombeyê ji hev derxe"
Mihemed el Hesen Mihemedê bavê Ehmed jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurê wî yekî pir jîr e û di demên xwe yên musaît de li odeya xwe hin îcadan çêdike û wexta xwe wisa derbas dike û wiha dewam kir: "Ehmed saeta ku li malê çêkir ji bo fikr û ramanên mamosteyê xwe jî hîn bibe û pê bişêwire bir mektebê. Lê mamostekî din ê ku saetê dibîne dixwaze li îcada wî mêze bike û Ehmed dişîne polê. Ehmed jî nizane ku hatiye xapandin û di nav dersê de polês tên û kurê min derdest dikin. Bûyereke pir ecêb e ku polês nizane saet û bombeyê ji hev derxe."