HAKKARÎ
Li zozana Xanê ya li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê bi salan e ji çûnûhatinê re hatibû qedexekirin, piştî pêvajoya çareseriyê geş bû û li zozana Xanê "Mihrîcana Ehmedê Xanî" hat lidarxistin.
Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re qedexeya li ser zozana ku navê xwe ji mutesawif û wêjekarê kurd ê navdar Ehmedê Xanî hildaye hat rakirin û zozan ji turîzmê re hat vekirin.
Ji aliyê Şaredariya Çûkûrcayê ve li zozana bi salan, ji ber şer û bûyerên terorî hatibû qedexekirin "Mihrîcana Ehmedê Xanî" hat lidarxistin.
Mihrîcanê du rojan dewam kir. Kesên ku beşdarî şahiyên mihrîcanê bûn du rojan li zozanê konê xwe vegirtin, li vir bi muzîkê re govend girtin û kêf kirin. Di çarçoveya mihrîcanê de Serokê Şaredariya Çûkûrcayê Servet Tûnç axivî û bi bîr xist ku Ehmedê Xanî yek ji wêjevan û rewşenbîrên kurdan ên girîng e. Ji bo ku me li ser navê Xanî mihrîcaneke wiha li dar xist, em bextewar in.
Tûnç got ku zedetirî 30 salan e ku li herêmê bûyerên dilsoj diqewimin, lê bi pêvajoya çareseriyê re herêm aram bû û daxwaza me ev e ku aramî dewam bike.
Tûnç bal kişand li ser çêkirina qereqolan û got ku herçiqas pêvajoya çareseriyê bidome jî çêkirina qereqolan dewam dike, em li dijî çêkirina qereqolan in. Tûnç îfade kir ku ji bo berdewamiya biratiya kurd û tirka divê hemû li pêvajoyê xwedî derkevin.
Seroka Şaredariya Hekariyê Dîlek Hatîpoglû jî got ku ji bo ku li zozana Xanê ya navê xwe ji Ehmedê Xanî sitandiye mihrîcan li dar xistin û wiha dewam kir: "Îro li zozaneke qedexekirî lidarxistina mihrîcanê gelekî watedar e. Bi saya mihrîcanan di nav gel de yekîtî xurt dibe. Daxwaza me ew e ku êdî çiyayên me azad bin, gelê me azad be. Ji bo vê em mihrîcanên xwe li qadên xwe yên azad li dar dixin."
Mihrîcanê heta derengê şevê dewam kir û di dawiya mihrîcanê de fişekên hewayî hatin teqandin.