2016 ж. 04 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 05 қыркүйек
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan li Çukurcayê û Tendurekê li hember rêxistina terorê operasyoneke asîmanî kirin. Di operasyonê de li Çukurcayê 4 û Tendurekê jî 6 hedef ji hêla balafirên şer ve hatin îmhekirin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê duh saet di navbera 20.42 û 21.07an de Hêzên Çekdar ên Tirkan li Çukurcayê operasyoneke asîmanî kirin. Di operasyonê de 4 hedef hatin îmhekirin.
Îro saet di navbera 00.08 û 00.27an de jî Hêzên Çekdar ên Tirkan li Tendurekê 6 hedef îmhe kirin.