ANKARA
Meha Remezanê ya pîroz îşev piştî ku nimêja terawîhê ya ewil bê kirin û paşîv bê xwarin dê dest pê bike.
Welatî îşev radibin paşîvê û sibê rojiya xwe ya ewil dê bigrin.
Fitara ewil li Enqereyê dê 20.30an de, li Stenbolê 20.49an de, li Îzmirê 20.48an de bê xwarin. Bi vî awayî enqereyî dê 17 saet 12 deqîqeyî, stenbolî 17 saet 24 deqîqeyî, îzmirî jî 16 saet 57 deqîqeyî dê rojiyê bigrin.
Yên ku herî zû fitara xwe vekin welatiyên Hekariyê ne. Hekariyî dê 19.39an de fitara xwe vekin. Herî dereng edirneyî dê fitara xwe vekin, lewra li Edirneyê 21.01an de dê fitara xwe vekin.
Danê îmsakê ya roja ewil ji bo Enqereyê 03.18 ye, li Stenbolê 03.25 e, li Îzmirê 03.51 e.
Leyletul Qedr dê di meha Remezanê de şeva 23ê tîrmehê bê pîrozkirin. Di 27ê tîmehê de rojiya dawîn dê bê girtin.
28ê tîrmehê roja duşemê jî cejna Remezanê dê bê pîrozkirin.