Hakan Gençê ku 20 sal e li ser qeraxa taxa Dalyanê karîgeriyê dike di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku bi minasebeta meha remezanê ji sedî 30 mişteriyên wî kêm bûn.
Genç bal kişand ku ji bo vê rewşê tiştekî ku were kirin tuneye û wiha pê de çû: "Em li tesîsa xwe amade disekinin. Digel ku dawiya hefteyê ye dîsa jî kêm kes hene. Heke ne ji remezanê bûya, dê ev deran tije bûna. Kesên li vir jî ji bo ku bikevin behrê tên vir, ji me re xêreke wan tuneye. Sezona me ya zivistanê jixwe kurt e. Piştî eydê tenê biqasî 40 rojî em dikarin kar bikin."
Aslihan Karaaslan a ku betlaneya xwe li Lapsekiyê derbas dike jî destnîşan kir ku qerax vala ne.
Şamîl Ataç ê ku 15 sal in li Dalyanê karîgerîxaneya wî heye diyar kir ku ji ber remezanê hemû mekan roja xwe bi 5-10 kesan ve digrin û wiha xeberda: "Aniha em kêm dixebitin. Heger meha remezanê nebûya emê bi kapasîteya xwe ya ji sedî 60-70yan ve bixebitiyan. Karekî me yê din jî tuneye. Bi piranî zarok tên."