MARDİN
Sultan Kosenê bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santim ve "zilamê herî dirêj ê dinyayê" ye li ser îdiayên ku xanima wî ew terk kir, bertek nîşan da.
Kosen li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê dijî. Destên wî 27,5 santêm, piyên wî jî 36,5 santêm in, ev 5 sale ku Kosen bi meziniya dest û piyên xwe jî di pirtûka rekoran a Gûînessê de di rêza yekemîn de ye.
Kosen li mala xwe ya gund daxuyanî da rojnamegeran û bibîrxist ku xanima wî Merve Kosen ji Sûriyeyê ye, xanima wî 2 hefte berê ji ber ku xizmekî wan miriye ji bo şînê çûye Sûriyeyê.
Kosen got ku ji ber bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hin pirsgirêk pêk hatin lê xanima wî duh ji Sûriyeyê vegeriya Tirkiyeyê û di mala xwe de bi hev du re bextewar dijîn.
Kosen got ku di çapemeniyê de li ser wan hin nûçe tên weşandin û ji bo ku rastiya van nûçeyan tune ji ber van nûçeyan xemgîn dibin û wiha dewam kir: "Xanima wî ew berda, reviya Sûriyeyê. Xeberên wek 'pere û zêrên wî bir' derdikevin. Bi rastî ji van nûçeyan yek jî rast nînin."
Kosen da zanîn ku xanima wî ji ji ber van nûçeyan aciz dibe û wiha axivî:
"Wekî ku hûn jî dibînin xanima min li bal min e. Ji ber şerê navxweyîyê li Sûriyeyê xizmekî wê çû ber rehmetê. Xanima min him ji bo serdana xizmên xwe him jî ji bo şînê çûbû Sûriyeyê. Li Sûriyeyê jiyan dijwar e. Li wir pirsgirêkên xwarin û vexwarinê, ragihandinê û ceyranê hene. Meha Remezanê jî hat. Dê çawa li wir rojiyê bigrin. Xanima min qala van pirsgirêkan kir. Bi rastî ji hêla ziman ve pirsgirêkên me hene. Ew bi erebî diaxive, ez tirkî. Lê em ji hev du fêmdikin."
Xanima Kosen Merve jî got ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de lawê apê wê çû ber rehmetê â wiha dewam kir: "Lawê apê min cangorî bû. Çûm teziya wî. Li Sûriyeyê gelek xizmên min hene lê rewşa wan ne baş e."