Kosen li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê dijî. Destên wî 27,5 santêm, piyên wî jî 36,5 santêm in, ev 5 sale ku Kosen bi meziniya dest û piyên xwe jî di pirtûka rekoran a Gûînessê de yekemîn e.
Kosen diyar kir ku bi Merwe Dîbo ya bi eslê xwe Sûriyeyê ye re dê sibê bizewice.
Deweta Kosen di 27ê cotmehê de ye û amadehiyên dewetê îro jî didomin. Kosen diyar kir ku bi salan e ji bo zewacê ji xwe re li keçekê geriyaye lê nebûye. Niha bi alîkariya xizmekî wan bi Merwe Dîbo ya ku bi eslê xwe Sûriyeyê ye re li hev kiriye. Kosen ji bo Dîboyê dibêje evîna jiyana min e û wiha dewam kir: "Ji Xwedê re şikir êdî ez jî dizewicim. Ew ê êdî malbateke min jî hebe. Sibê deweta min e. Înşeallah ew ê zarokên min jî çêbibin. Ji ber vê jî ez pir kêfxweş im. Min û Merweyê bi xêra xizmekî me hevdu nas kir, ji bo xwestinê me ji malbata wê destûr xwest. Ew jî li hev rûniştin fikirîn û biryar dan. Me jî çû xwest û Xwedê bêje erê sibê jî deweta me ye.
Kosen destnîşan kir ku dê gelek wezîr û parlementer bên deweta wî û wiha dewam kir: "Ez dixwazim Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî bên deweta min. Heke bên ez ê pir kêfxweş bibim. Min gazî Miftiyê Mêrdînê Dûrsûn Alî Coşkûn û gazî Serkeşeyê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz jî kir. Ewê dewet pir xweş be."
Cilên zavatiya Kosen jî bi alîkariya Wezîrê Karên Hundir Muammer Gûler li Sararê tên amadekirin. Çêkirina pêlava Kose jî fîrmayeke alman girtiye ser xwe.
Sultan bal kişand ser bejna xwe û xeyalê xwe ya mayî jî bi AAyê re parve kir û got: "Xwedê bêje erê sibê deweta min e. Xaniyê ku ez tê de rudinêm niha li gor dilê min e. Bi tenê kêmasiyeke min ma. Ew jî wesaîtek e ku ez tê de bi cih bibim. Heke ku ew jî çêbibe ez ê pir kêfxweş bibim. Ez ê wê çaxê xanima xwe li gor dilê xwe bikaribim bigerînim."