Tirkiye

Jiyana "zilamê herî dirêj ê dinyayê" Sultan Kosen wê li Îngiltereyê bibe belgefîlm

Halil İbrahim Sincar  | 24.11.2025 - Rojanekırın : 24.11.2025
Jiyana "zilamê herî dirêj ê dinyayê" Sultan Kosen wê li Îngiltereyê bibe belgefîlm Halil İbrahim Sincar

Mardin

 Jiyana Sultan Kosenê li Mêrdînê dijî û bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santêman va xwedî nasnava "zilamê herî bejindirêj yê dinyayê" ye wê li Îngiltereyê bibe belgefîlm ku ew ê jî li wir beşdarî amadekirina belgefîlmê bibe.

Navê Kosenê ku li Taxa Dedeyê ya li ser navçeya Dêrikê ji dayik bûye, di sala 2009an da ji bilî bejindirêjiya wî, bi destên wî yên 27.5 santîmêtro û lingên wî yên 36.5 santîmêtro va kete Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Ev 16 sal in ku heman rekor di destê Kosen da ye û wî heta niha ji 500 carî zêdetir serdana 136 welatan kiriye.

Kosenê bejinbilind diçe kîjan welatî, bala însanan dikşîne ser xwe ku ew ê di 25ê Mijdarê da li Londraya paytextê Îngiltereyê be.

Kosen qasî hefteyekê wê li Londrayê bimîne û beşdarî amadekirina belgefîlma jiyana xwe ya ku ji hêla şirketekê va tê çêkirin bibe.

Kosen wê serdana Ofîsa Rekorên Dinyayê ya Guinnessê bike, bejna xwe dîsa bide pîvandin û paşê wê Pirtûka Rekorên Guinnessê îmze bike.

Kosen ji nûçe gihanê AAyê ra daxuyand ku 16 sal in ku ew rekora dinyayê nade kesî û wiha axivî: "Destên min destên herî mezin ên dinyayê ne, reqema lingên min 61 in û ew lingên herî mezin ên dinyayê ne. 16 salan parastina vê rekorê hesteke xweş e û serbilindî ye."

Kosen anî ziman ku ew li çar aliyê dinyayê welatê xwe temsîl dike û ji ber ku ofîsa Guinnessê li Londrayê ye ew çend caran çûye wir û wiha dewam kir: "Niha, belgefîlmeke li ser jiyana min li Londrayê tê çêkirin. Ji ber vê yekê, ez diçim wir. Ew ê 4-5 rojan jiyana min bikin belgefîlm. Paşê em ê serdana ofîsa Pirtûka Rekoran a Guinnessê bikin. Li Londrayê ez ê pirtûka rekoran îmze bikim ku ew li şopîner û hezkiriyên min bê belavkirin. Hemû agahiyên berfireh ên der barê jiyana min da yên ku her kes meraq dike, wê di belgefîlmê da cih bigirin. Em welatê xwe didin nasîn, em welatê xwe, Tirkiyeya xwe ya xweşik û çanda xwe radigihînin dinyayê. Ez serbilind û kêfxweş im. Dinya jixwe Sultan Kosen nas dike û êdî her kes wê nas bike."

Mehmet Veysi Borayê menejer û wergêrê Kosen jî daxuyand ku rekora Kosen wê di pirtûka Guinnessê ya 2026an da jî cî bigire û Londrayê belgefîlma jiyana wî bê çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın