2016 ж. 31 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 01 қыркүйек
ANKARA
Hat ragihandin ku di herekata asîmanî ya ku Hêzên Asîmanî yên Tirkan de li çolwarê Çukurcaya navçeya Hekariyê 6 kozikên terorîstên PKKyî hatin îmhekirin.
Ji TSKyê daxuyaniyek hat dayîn û dan zanîn ku di encama nirxandina îstixbarata demkî balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan di saet 10.05-11-39 û 14.05-14-16an de herekata asîmanî birin ser çolwarê Çukurcayê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 6 kozikên rêxistina terorê ya dabeşker hatin îmhekirin û dan zanîn ku balafirên şer ên ku peywira xwe bi serkeftî bi cî anîn bi ewledar vegeriyan barehegên xwe.
Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hatin bidestxistin di pevçûnên ku li tanga Uzundere û Çaglayanê berdewam dikin de terorîstek hat kuştin, çekeke doçkayê hat bidestxistin.