2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
XEZE
Heyva Sor a Tirkiyê li xeta Xezeyê goştê qurbanê li 2 hezar û 500 malbatî belav kir.
Nûnerê Heyva Sor ê Xezeyê Gokhan Dudu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Bi organîzasyona ku me digel Heyva Sor a Filistînê pêk anî ve me goştê qurbanê li 2 hezar û 500 malbatî belav kir.
Dudu diyar kir ku xelqê Tirkiyeyê ji bo Xezeyiyan alîkarî şand û wan jî bi vê alîkariyê qurban şerjê kirin û li 2 hezar û 500 malbatên mihtac belav kirin.
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê jî li Xezeyê goştê qurbanê li 50 hezar malbatî belav kiribû.
Dezgehên Tirkiyeyê yên fermî û sivîl yên mîna Heyva Sor a Tirkiyê, Serokatiya Ajansa Hevkarî û Koordînasyonê ya Tirkiyeyê (TÎKA), ÎHH û Komeleya Destê Xêrxwaziyê li Xezeyê fealiyetên xwe yên xêrxwaziyê dimeşînin.