Fatih Gazioğlu
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
XEZE
Îmad el-Ilmiyê rêvebirê Hemasê ji serê xwe birîndar bû.
Berdevkê Hemasê Fewzî Berhum daxuyaniyek nivîskî da û got ku Ilmî li mala xwe gava ku dixwest çeka xwe kontrol bike bi xeletî xwe ji serê xwe birîndar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa Ilmî baş nîne.
Li gor nûçeya kanala El-Eqsaya nêzî Hemasê hat gotin ku Ilmî rakirine Nexweşxaneya Eş-Şifayê ya Xezeyê. Di nûçeyê de der barêr hûrgiliyên bûyerê de tu agahî nehat dayîn.