23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, dê roja yekşemê li Stenbolê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AAyê ya ji çavkaniyên Herêma Kurdistanê hilda, Erdogan û Barzanî dê li Stenbolê bên bal hev. HevdîtIn dê roja yekşemê piştî nîvro pek bê.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê hevdîtinê de got: "Mijarên divê em li ser xeberdin pir in. Iraq, ji bo me ji her alî va girîng e. Ji hêla aboriyê ve, ji hêla ewlehiya sînor ve, ji hêla însanî ve, ji hêla çandê ve... Berdewamkirina van hevdîtinan girîng e. Lewra rêveberiya Hewlêrê ya ku Barzanî temsîl dike di têkoşîna dijî DEAŞê de di têkoşîna dijî PKKê da bi Tirkiyeyê re ye, li heman aliyî ne. Em hevkariya xwe ya di vê mijarê de çiqasî xurt bikin ji bo herdu welatan bi wî qasî girîng e. Wexta ku em vegerin dema rageşiya Bexda-Hewlêrê, me her tim ev hesesiyet li ber çavan girt. Em hêz û hesesiyetan didin ber çavan û vê hevdîtinê wisa dikin."