BRUKSEL
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li bakurê Sûriyayê îlankirina xweseriya berwext parast û wiha got: "Gava em bi hemû hêz û derûdorên di nav xwe de li hev dikin û ji bo pêşeroja xwe rêyekê diyar dikin, mafê tu kesî tuneye ku li dijî vê derkeve."
Muslim li Parlamentoya Flamanan a Belçikayê beşdarî konferansa bi navê "Li Sûrîyeyê Pêşeroja Herêma Kurdan" bû û pirsên nûçegihanê AAyê bersivand. Muslim hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî ya li Diyarbekirê nirxand û wiha axivî: "Em dixwazin xweşbîn bin. Em hêvî dikin ku bila li pişt deriyan tu tiştek neyê axaftin. Lê vekirî dibêjin ku 'Em li dijî Rojavayê dibin yek, em rêveberiya berwext a ku li wir ava dibe nas nakin', ev tiştên ne baş in. Me berê ji berpirsiyarên Tirkiyeyê re jî got. Birêz Barzanî jî van tiştan dizane. Em li dijî kesî nînin. Em dixwazin birçî nemînin, bê mazot nemînin û bila gelê me jî bê pergal nemîne. Ev ne li dijî kesî ye, divê tu kes aciz nebe. Lê mixabin wisa nîşan didin ku qey em li dijî gelê kurd û tirkan in."
Salih Muslim diyar kir ku biryara îlankirina xweseriya berwext dane, lê li holê hê jî tu pratîkek tuneye û wiha peyivî: "Qadên me di destên gel de ne û xweseriya berwext dê bê îlankirin. Em ji tu kesî destûrê naxwazin. Rejîm jî tê de kî were em ê xwe biparêzin. Gava em bi hemû hêz û derûdorên di nav xwe de li hev dikin û ji bo pêşeroja xwe rêyekê diyar dikin, mafê tu kesî tuneye ku li dijî vê derkeve."
Muslim der barê gotinên ku dibêjin bila zextê li kurdên muxalif nekin û bila tevî muxalefeta Sûriyeyê bibin de jî axivî û wiha got: "Di têkoşîna li dijî rejîma Esed de heger ji bilî me ji kurdên Sûriyeyê pozê yekî jî xwîn bûbe bila biaxive. Me li dijî vê rejîmê şehîd daye. Dibêjin hûn bi rejîmê re hevkariyê dikin, em vê qebûl nakin. Eyb e, ev ji bo şehîdan heqaret e. Heger bêjin 'Bila wiha bikin, wiha tevbigerin' em qebûl nakin û di rêya xwe de dimeşin û em dizanin ku tevlî çi bibin. 1-2 partiyên kurdan tevlî koalîsyona muxalefetê bûne, em dizanin ku çawa hatine xapandin û dê ev hewldan jî vala derkeve. Gelê me rêya xwe dizane."
Salih Muslim helwesta Barzanî ya li dijî wan jî rexne kir û wiha got: "Bila ji bo kurdên Sûriyeyê plan û projeyan çêneke. Rojava jî gelê kurd e. Divê bi çavekî din mêze neke. Dibêje li wir 'şoreş pêk nehatiye', ev gotin bi wî nakeve."
Muslim di axaftina xwe ya konferansê de îdia kir ku li Sûriyeyê ji rejîm û muxalefetê cudatir difikirin û "demokrasiyê diparêzin" û wiha peyivî: "Em ê herêma xwe biparêzin û civakeke demokratîk ava bikin. Hêza me ya neteweyî YPG parastina herêma me dike. Hêza me ya ewlehiyê, polêsên me bajarên diparêzin. Li herêmê dadgehên me û her tiştên me heye. 15 meh e em van diceribînin. Îlankirina xweseriya berwext ne li dijî tu kesî ye. Em civaka xwe diparêzin û hêviyên wan pêk tînin."