ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş û bi tevê heyeta BDPê ji serxweşiya Serokê Giştî yê PYDê Salih Muslîm vegeriyan. Demirtaş bi Arîkara Serokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanak, Parlementerê BDPê yê Şanliurfayê Îbrahîm Bînîcî, Parlementera Wanê ya Serbixwe Aysel Tugluk û Parlementerê Mardînê yê Serbixwe Ahmet Turk re, ji Deriyê Murşîtpinarê vegeriyan Tirkiyeyê.
Demirtaş li ber deriyê sînor pirsên nûçegihanan bersivandin. Demirtaş îdia kir ku çeteyên ji derva tên bi gelên Sûriyeyê re şer dikin. Her wiha kurdên Sûriyeyê jî li hemberî van çeteyan bi qasî hêza xwe şer dikin. Kurê Salih Muslîm Şervan Muslîm jî di vî şerî de mir. Em jî wek heyeta BDPê çûne serxweşiya Muslîm û me di derheqê rewşa wir de agahî standin. Em ji Salih Muslîm re sersaxiyê dixwazin. Hêviya me ew e ku gelên wir ji bo ku bikarin xwe, bixwe îdare bikin şert û merc ava bibin."