KOPENHAG (AA) - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim got: "Li Kobanê rewş krîtîk e, dibe ku di nav çend saet û kêliyan de li Kobenêyê komkujî çêbe."
Mûslim duh êvarê ji Strasbourgê hat Kopenhagê û li vir di hêwaneke de êvarê bangî gelê kurd yê li paytext dijî kir. Mûslim îro bi lijneya Karên Derve re li Parlementoya Danîmarkayê hevdîtin kir û hevdîtinê saetekê dewam kir.
Mûslim pişt re digel berdevkê Mafên Mirovan yê Partiya Çepgir Enhedslisten Nîkolaj Vîllûmsen, beşdarî civîna çapemeniyê bû. Piştî civînê konferansek hat lidarxistin û Mûslim li vir pirsan bersivand.
Salih Mûslim diyar kir ku bi erkdarên Karên Derve re hevdîtin kirin, her wiha Enhedslîstenê jî ji bo wan civîn li dar xistin û got ez sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.
Mûslim got ku li bakurê Sûriyeyê rewş xidar e û wiha dewam kir: "DÎŞI bi tank û topên hawanê êrîşê Kobanêyê dike. Hêzên DÎŞIyê kîlomêtroyek dûrî Kobanê ne. Niha ez li vir im û hevseroka din Asya Evdila li herêmê têdikoşe. Lê li Kobanê rewş krîtîk e, dibe ku di nav çend saet û kêliyan de li Kobenêyê komkujî çêbe."
Mûslim destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê êrîşên hewayî bir ser hin herêman lê ev êrîşên zêde bi hêz nebûn û divê êdî demildest ji bejayê ve êrîş bên kirin û ev hewce ye. Mûslim da zanîn ku ew karên vê berxwedana xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Lewra êrîşî me tê kirin. Di destê DÎŞIyê de tang û wesayitên bizirx hene û pêdiviya me jî bi çekan heye. Heke alîkariya çekan bidin me dê hewcedariya me bi êrîşên hewayî jî nemîne."
Mûslim li ser pirsa "armanceke we ya wek serxwebûnê heye an na?" wiha got:
"Em perçeyekî Sûriyeyê ne, divê wek perçeyekî Sûriyeya demokratîk statuya kurdan bê qebûlkirin. Em bawer nakin ku welatên neteweperest di dîrokê de hebûna xwe parastibin. Kurdên Iraqê bûn perçeyekî Iraqa federal. Daxwaza me jî ev e."
Vîllûmsen jî got ku DÎŞI nêzî Sûriyeyê bû, dibe ku li herêmê qetlîam çêbe û ew bi fikar in.
Nîkolaj Vîllûmsen got ku gelê Danîmarkayê ji ber vê rewşê aciz e û wiha berdewam kir: "Dema em ji hikûmetê pirs dikin ku çima alîkariyê dan kurdên Iraqê û çima nadin yên Sûriyeyê dibêjin ku DYA wiha dixwaze. Yanî dema ku biryarek digrin ji DYAyê dipirsin."
Vîllûmsen çeka alîkariyê ya ku endamên Enhedslîstenê kom kiribû da Mûslim û got ku ew dikarin alîkariya madî bidin lê şandina firokeyan qebûl nakin. Vîllûmsen çekê 53 hezar kronî teslîmî Mûslim kir ku Mûslim bide PYDyê.