Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKI) Sefîn Dizayî der barê ji peywirdûrxistina pênc wezîrên mensûbên Tevgera Goran de got ku "Serokwezîr dikare ku wezîrekî ji peywirê bistîne an jî bixwaze ku ew îstifa bike. Lê belê ji bo van wezîran tişteke wiha tune. Ev wezîr wekî ku demek dirêj destûr sitandin e. Wezîrên din ên di kabîneyê de dê bi wekaletî li van wezaretan binêrin."
Ji ber xwepêşandanên li bajarê Silêymaniyê û navçeyên wê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Tevgera Goranê de qeyrana siyasî heye, Dizayî ev qeyran ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Di encama xwepêşandanên ku avahiyên PDKyê hatin şewitandin û 5 kes hatin kuştin de, PDKyê peymana ku bi Goranê re kiribû fesh kir û 5 wezîrên ji Goran ji peywir dûr xistin. Dizayî ev mijar eşkere kir û wiha axivî: "Serokwezîr dikare ku wezîrekî ji peywirê bistîne an jî bixwaze ku ew îstifa bike. Lê belê ji bo van wezîran tişteke wiha tune. Ev wezîr wekî ku demek dirêj destûr sitandin e. Ev nayê wê wateyê ku ji kar hatin avêtin, bêtir wekî destûreke mawedirêj dikarin bibînin. Dîsa dê mehaneyên xwe û mafên xwe yên din bistînin. Lê dê peywira xwe nekin. Wezîrên din ên di kabîneyê de dê bi wekaletî li van wezaretan binêrin."
Dizayî destnîşan kir ku ji bo bergiriyê mecbûr man ku pêngaveke wiha biavêjin, bûyer "meseleyeke şexsî" nîne û wiha axivî:
"Bûyerên li Silêymaniyê û Kaladizêyê diyar in. Armanc diyar e, armanc ew e ku kaosê bibin Hewlêrê û bibin sedema bêîstiqrariyê. Em bi awayekî teqez destûrê nadin vê yekê. Em ji ber bûyerên ku li Silêymaniyê û herêmên din qewimîn, xemgîn in lê hewce nake ku kaosa wir li Hewlêrê jî derkeve. Me PDKyiyan bi zorî girt. Bila ew jî bi înisiyatîfên xwe bila tişteke xelet nekin. Em mecbûr man ku vê pêngavê biavêjin. Me xwest ku qet nebe rageşî hinek kêm bibe. Em xemgîn in."
-"Goran guh neda mutebakatê"
Dizayî da zanîn ku Goranê itirazî biryarên navborî kir û qal kir ku hem li iraqê hem jî li Bexdayê hem jî li Hewlêrê siyaset ji ser mutebakatê tê kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Meqamê Serokomariya Iraqê di YNKyê de ye, Arîkariya Serokê Parlementoya Iraqê jî di Goranê de ye. Li herêma Kurdistanê Parlemento û serokê hikûmetê û wezaret di navbera partiyên siyasî de bi konsensusekê hat parvekirin. Goranê ev mutebakat xira kir. Helwesteke wan a wekî 'Bila Serokomarê li Bexdayê û arîkariya serokê parlementoyê li cihê xwe bimîne, bila her kes li cihê xwe bimîne tenê em peywira Mesûd Barzanî bibin parlemetoyê' çêbû, ev hat serê me, me dît. Ew peyman û konsensus di navbera her du aliyan de bû. Lê belê ev peymana di navbera Goran û PDKyê de xilas bû."
-"Serokê parlementoyê êdî ji bo me serokê parlementoyê nîne"
Dizayî diyar kir ku Serokê Parlementoya HKIyê Yûsiv Mihemedê mensûbê Goranê yê dema ku ji Silêymaniyê hat ew hilnedan Hewlêrê bi "biryara teqez" a PDKyê êdî serokê parlementoyê nîne. Dizayî got ku "Biryar û daxuyaniya PDKyê ya di vê mijarê de gelekî eşkere ye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Mihemed êdî serokê parlementoyê nîne."
Dizayî qal kir ku Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di qeyrana siyasî ya di navbera PDK û Goranê de helwesteke berpirsyar nîşan dan û wiha axivî:
"Em bi miameleyeke wekhev li hemû partiyan dinêrin. Lê YNK û PDK du hêmanên sereke û partiyên herêmê ne. Heke her du bi hev re tevbigerin teqez dê çareserkirina van pirsgirêkan gelekî hêsantir be. Ango dibe ku şert hêsan nebin lê heke her du partî bi eqlêselimî, bi nêrîneke berfirehtir û hevkariyê tevbigere dê pirsgirêk hêsantir bên çareserkirin. Miheqeq di hin mijaran de giliyên YNKyê hene. Lê belê helwesteke berpirsyar nîşan dan."
Dizayî diyar kir ku ji Parlementerê YNKyê Dr. Îzzet Sabir Îsmaîlê îdia kir ku "digel ku di budçeya hikûmetê de pere heye jî belavî karmendan nake" re doz vekirin û wiha axivî: "Eqil, mantik, dîn û exlaq îdiayeke wekî di destê hikûmetê de pere heye lê belê belavî gel nake, qebûl nake. Dema mirov birçî bin çima hikûmet pereyê di destê xwe de belav neke. Ev gelek bêmene ye. Me ji vê kesê re doz vekir. Mixabin jiyanê mirovan dikin melzemeya polîtîkayê û ev lîstikeke gelekî xirap e."
-"Helwesta fermî ya Îranê ew bû ku Barzanî berdewam bike"
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Dizayî der barê îdiayên dibêjin ku li paşxaneya xwepêşandarên li herêma Kurdistanê hîn nebûne de Îran heye de jî wiha axivî:
"Rayedarekî payebilind ê îranî çend caran hat vir û peyameke gelekî zelal da: 'Di şert û mercên niha de divê Mesûd Barzanî di serokatiyê de bimîne. Alternatîfeke din tune, namzedeke din û karektereke din ê hêzdar tune.' Vê hem ji PDKyê re gotin hem jî wekî em dizanin kuji partiyên din re jî heman tiştê gotin. Îranê mayîna Birêz Barzanî erênî didît. Ji ber ku helwesta fermî ya Îranê ji berdewamiya Barzanî bû. "
-"Tirkiye piştgiriyê dide Barzanî"
Dizayî helwesta Tirkiyeyê jî ragihand û wiha axivî: "Hikûmeta Tirkiyeyê û partiyên siyasî ango her kes ji bo herêma me banga îstiqrar, aramî, yekitî û bihevrebûnê dike. Hikûmeta Tirkiyeyê jî AK Partiyê jî ev bang kirin. Peyama 'Şertên niha wextê valahiyeke wiha nîne, yekîtî û bihevrebûna xwe biparêzin.' dan. Helwesta Tirkiyeyê ya li hember Tirkiyeyê diyar e. Wek pêşaweyek, wek serokek piştgirî didin Barzanî."
-"Barzanî qîmeta wê meqamê zêde kir"
Dizayî qal kir ku di mijara serokatiyê de "neheqî" li Mesûd Barzanî kirin û wiha axivî: "Dema Birêz Barzanî hat ser vê peywirê (serokatî) gotina wî ya ewil pêkanîna yekîtî û bihevrebûna herêmê, bi temamî jiholêrakirina her du birêvebiriyên berê û bi birêvebirinê xizmeta gel bû. Di heman demê de dixwast ku êdî kurdek kurdekî din nekuje, ango bila di navbera birayan de şer nederkeve. Ev girîngiyên Barzanî ne. Lê belê mixabin ku ji ber bûyerên ku niha diqewimin gelekî xemgîn e."
Dizayî destnîşan kir ku Barzanî qîmeta meqamê xwe zêdetir kir û wiha axivî:
"Birêz Barzanî di daxuyaniyên xwe yên çend roj beriya niha de got ku 'tu israra min tune ku ez di vê meqamê de bimînim. An du salên din jî dirêj bikin an jî heke alternatîf û namzedê we hebe kerem bikin û bikin serok. Ji bo min derd nîne.' Birêz Barzanî di vê mijarê de rastî neheqiyeke mezin hat. Ji 14-15 saliya xwe ve derket serê çiyan û bû pêşmerge. Xwe ne wek serokek wekî pêşmergeyekî dibîne. Ji ber vê yekê Barzanî bibe serok jî nebe serok jî, li Qesra Spî bi xaliyên sor pêşwaziya wî dikin. Li Çankayayê, di Kulliyeya Serokomariyê ya li Beştepeyê û heta Elîzeyê jî... Barzanî beriya 2005an jî çû Ewropayê. Di salên 1990, de bi hemû serokan re û li Tirkiyeyê bi Tûrgût Ozal re hevdîtin kir. Wê çaxê serokê herêmê nebû, serokê partiyê bû. Ev tê vê wateyê: Barzanî bi xeysiyet, karîzma, pozîsyon, hêz, tecrûbe û vîzyona xwe meqamê xwe biqîmettir kir. Wê meqamê Barzanî neanî pozîsyoneke jortir, bereksê wê Barzanî qîmeta meqamê zêdetir kir."
-"Wext wextê qeyraneke wiha nebû"
Dizayî bal kişand ku şert û mercên li herêma Kurdistanê musaît nebû ku tu qeyraneke siyasî derxînin û nirxandina "Di şert û mercên niha de hewceyî bi qeyraneke wiha tunebû. Heke şert û merc normal bûna, DAEŞ nebûya û aboriyeke me ya baş hebûya ew çax dibe ku nîqaşeke siyasî derketa. Rewşa niha musaîdê qeyraneke siyasî nîne. Li herêma me milyonek û 700 milyon penaber hene. Hikûmeta navendî ya Iraqê hema bêje ev du sal in ku budçeya me nade. Li herêma me ev sê meh in ku nekarîn mehaneyên karmendan bidin. Di sînorê 1000 kîlometroyî de bi DAEŞê re eniya me heye. Geşedanên li Rojhilata Navîn cidî ne. Di vê atmosferê de bêwate ye ku ji xwe re, ji gel, herêm û welatê xwe re pirsgirêkan derxînin û ev bêberpirsyariyeke gelekî mezin e."
Dizayî da zanîn ku Bexda qertê budçeyê li dijî wan bi kar tîne û axaftina xwe wiha temam kir:
"Gotine Nûrî el-Malikiyê Serokwezîrê berê yê Iraqê ku 'Ji bo ku kurdan bînê rê budçeya ku tu didî herêmê bibire. Dê gel dakeve kolanan. Pişt re dê Nêçîrvan Barzanî mecbûr bimîne. Dê bê Bexdayê û şertan qebûl bike.' Ev di serê salên 2014an de qewimîn. Tabî gelê me wê heyamê zehmetî kişandin lê li hikûmeta xwe xwedî derkevin. Serê netewand. Ji ber wê par hêsantir derbas bû. Lê belê ji bo hikûmetê hêsan nîne. Ji wê bistîne, bide vir, ji vê şirketê bistine û bide yên din. Me dest bi firotina neftê kir lê belê biha kêm bûn. Proje sekinîn, nekarîn pere bidin. Nekarîn mehaneyan bidin. Ji bo welatiyên normal jiyan tabi kî dijwar e. Lê belê daketina kolanan çareseri ye gelo? Hin mirovan û saziyên çapemeniyê û hin parlementeran ev rewş îstismar kirin. Heke ne di çarçoveya qanûnan de mafê her kesê heye ku protestoyan bike."
news_share_descriptionsubscription_contact
