Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî ya Kanadayê de hin hevdîtin kirin. Çîçek piştî hevdîtinan bersiva pirsên rojnamevanan da.
Rageşiya di dema hevdîtinên Pakêta Ewlehiya Navxweyî ya li Lijneya Giştî de hatin bibîrxistin û pirsa "Hûn dê bangî parlementeran bikin?" hat pirsîn. Çîçek li ser vê pirsê got ku heta îro der barê vê mijarê de gelek daxuyanî dan.
Çîçek diyar kir parlemento cihekî wisa ye ku her cure fikr, her mijar û her pirsgirêk bi awayekî azad tê axaftin û destnîşan kir ku ev nîqaş û muzakere jî divê li gor tuzuka navxweyî û rê rû rêbazan bê kirin.
-"Parlemento cihê xwepêşandanê nîne"
Çîçek bal kişand ku parlemento ne cihê xwepêşandanê, cihê nîqaşê ye û wiha pê de çû:
"Mixabin ku tiştên ji nîqaşê wêdetir derketin û parlemento bû cihekî wisa ku xwepêşandan tên kirin, mîkrofon tên jêkirin, her cure tevgerên nexweş tên nîşandan. Ev yek ji bo parlementoya me mînakên ne baş in. Ez ditirsim ku heke ev bibe rêbaza muzkareyê ji niha pê ve parlemento ne nîqaşa fikran dê bibe sedemê nîqaşên ku me hemûyan xemgîn dike. Divê em berpirsyartir tevbigerin."
Çîçek qala ketina du balafirên leşkerî jî kir û got ku li Meletiyê du balafirên leşkerî ketin, 4 pîlot şehîd ketin û wiha axivî: "Em dûr in lê geşedanên li Tirkiyeyê dişopînin. Berî her tiştê Xwedê rehma xwe li pîlotên ku mirin bike û sebrê bide malbatên wan û Hêzên Çekdar ên Tirkan. Mixabin ku car carna bûyerên wiha dilsoj ên ku me xemgîn dikin diqewimin. Serê me hemûyan sax be."