Serokê Meclisê Cemîl Çîçek got: "PKK gurê har e, xwe wek berx nîşan dide. DÎŞI jî bûye belaya serê me hemûyan û lazim e ku em hemû bi hev du re ji vê belayê xilas bibin."
Çîçek destnîşan kir ku têkoşîna bi DÎŞIyê re didome lê di heman demê de li herêmê jî PKK dixwaze ku xwe şirîn nîşan bide û wiha pê de çû: "Têkoşînên bi DÎŞIyê re didomin lê mixabin li herêmê rêxistina terorê PKK ya ku dixwaze xwe şirîn nîşan bide jî heye. Niha xwe şirîn nîşan dide lê divê meriv ji xwe bîr ne ke ku ev PKKya wekî gurê har niha xwe wek berx nîşan dide. DÎŞI jî bÛye belaya serê me hemûyan û lazim e ku em hemû bi hev du re ji vê belayê xilas bibin."
Serokê Meclisê Çîçek, Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî û lijneya ku pê re bû qebûl kir.
Çîçek hatina Îbadî wek ziyareteke dîrokî nirxand û got: "Li herêmê hin bûyerên pir girîng ên me hemûyan aciz dikin û lazim e ku nebin diqewimin. Îro 50 birayên me yên ji Iraqê di êrîşên terorê de hatin kuştin. Xwedê rehma xwe li wan bike, em bi jana we zanin û serê me hemûyan sax be."