Berdevkê Wezarata Darayiyê ya Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Ehmed Ebdûrrehman da zanîn ku Bexdayê wekî para neftê 400 milyon dolar ji Hewlêrê re şand.
Ebdûrrehman daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Bexdayê di çarçoveya peymana neftê ya ku di navbera hikûmeta navend û birêvebiriya Kurdistanê de di 2yê kanûna paşîn a 2014an de hat îmzekirin, ji Hewlêrê re 400 milyon dolar para budçeyê şand. Bexda berê niha jî 500 milyon dolar ji Hewlêrê re şandibû."
Li Herêma Kurdistana Iraqê ev demek dirêj e ku qeyrana aboriyê heye. Hat diyarkirin ku bi 400 milyon dolarê hat şandin, dê qismeke mehaneyên pêşmerge, polês û karmendan bê dayîn. Li gor madeya 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, HKI divê ji sedî 17 ji budçeya giştî ya Iraqê bistînin. Ev jî mehane rastî milyar dolarekî tê. Lê belê hikûmeta navend ji ber ku bihaya neftê kêm bûye û êrîşên DAEŞê dike hincet û diyar dike ku çavkaniyên wê yên malî tunin. Hikûmeta navend nikare bi qasî ku tê xwestin pereyê ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê re bişîne.
Ji aliyê din ve Serokê Komîsyona Gaza Sirûştî û Neftê ya Parlementoya HKIyê Şêrko Cewdet da zanîn ku îxraca nefta ku ji ser Tirkiyeyê re tê şandin dê di meha nîsanê de derkeve 600 hezar warîlê. Cewdet ragihand ku îxraca neftê ya berdest rojane 450 hezar warîl e.
Di çarçoveya peymana neftê ya ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hat kirin de, birêvebiriya Herêma Kurdistanê di bin kontrola Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) de rojane 550 hezar warîl neft îxrac bikira. Lê belê ji ber êrîşên DAEŞê hilberîna neftê ya li Kerkûkê ne bi dilê wan e. Birêvebiriya Kurdistanê ji bo ku îxracatê zêde bike, hilberîna di bîrên din de zêde kir û xetên boriyê yên li Kerkûkê temîr kir.