Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku li gor peymana neftê ya ku bi hikûmeta Bexdayê ra îmze kirine tevdigerin û wiha got: "Hêviya me ew e ku bi rêvebiriya Heyder el-Îbadî ra meseleyên me çareser bibin."
Barzanî li ofîsa xwe ya serokwezîriyê ya li Hewlêrê bi endamên Komisyona Xaz û Neftê yên li parlementoya Iraqê ra hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê da hat weşandin di hevdîtinê da li ser mijarên wek peymana vejenê ya di navbera Bexda û Iraqê da, zagona neft û xazê, xebatên komisyonê yên li parlementoya Iraqê û mijarên ku li ser li hev nekirine hatine rojevê.
Li gor daxuyaniyê Barzanî ji endamên komisyonê daxwaz kir ku "bira li ser derxistina neftê û şandin û firotina neftê lêkolînan bikin, wekî terefê sêyemîn hemû astên xebatan bişopînin."
Li gor daxuyaniyê Barzanî destnîşan kir ku li gor peymana neftê ya ku bi hikûmeta Bexdayê ra îmze kirine tevdigerin û wiha got: "Herêma Kurdistanê li gor peymana bi Iraqê ra tevdigere. Mijarên ku di navbera Bexda û Hewlêrê da wek nîqaş mane jî hêviya me ew e ku bi rêvebiriya Heyder el-Îbadî ra çareser bibin. Em wek Herêma Kurdistanê amade ne ji bo têkilî û hevkariyê."
Barzanî destnîşan kir ku di mijara neftê da li gor destûra bingehîn a Iraqê hereket dikin û wiha got: "Herêma Kurdistanê di derxistin û şandin û firotina neftê da li gor destûra bingehîn tevdigere. Li gor destûra bingehîn kar û barên xwe dimeşîne."
Komisyonê jî hêviyên xwe destnîşan kir ku mijarên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê werin çareserkirin.