HEWLÊR
Keçikên êzdî yên ku ji hêla milîtanên rêxistina terorê DÎŞIyê ve hatibûn revandin û pişt re ji destê wan xilas bibûn behsa tiştê ku hate serê wan kirin.
Li Hewlêrê di salona Konferansê ya Saad Evdilah bi navê "Qirkirina Nijadî ya li ser Xiristiyan û Êzdiyên li Iraqê" panelek hat li dar xistin. Ji dîn û mezhebên cuda gelek rayedar û welatî beşdarî panelê bûn û dema ku keçik guhdar kirin giriyan.
Keçikên ku ji Şingalê ji hêla DÎŞIyê ve hatibûn revandin ji ber ewlehiyê li pişt perdeyekî axivîn. Destûr nehat dayîn ku wêne û dimenên wan bê kişandin.
Keçika 17 salî ya bi navê kod "Vaha" bi kar anî got ku dema ew ji gundê Tel Azera Şingalê reviya bi malbata xwe ve kete destê DÎŞIyê.
Vaha wiha axivî: "Milîtan bi 5 wesayîtan ve hatin û em wek mêr, jin, zarok û keçikên xama veqetandin. Li ber çavên me 17 mêr bi hovane kuştin. Yên ku dihatin kuştin li çavên eqrebayên xwe dinêhêrin û wisa dihatin kuştin. Bêyi ku bibêjin ciwan û kal herkesî xistin û êşkence kirin."
- "Bav, bira û apê min jî kuştin"
Vahayê got ku bavê wê, bira û apê wê jî di nav wan kesên ku hatine kuştin de bûn û wiha axivî: "23 jinên ku wek dîl hatibûn girtin hildan birin Baaca navçeya Misûlê. Bi jinên din ên ku ji herêmên din anîbûn ve hejmara me gihîşte 200î. Ji wir jî em bi kamyonan ve birin Misûlê. Li wir jî bi jinên gund û navçeyên din ve hejmara me bû 500. Em li Misûlê di Hewyana Dawetê ya Galaxyê 10 rojan birçû man. Êrîşî jinan dikirin, xirab tevdigeriyan. Em pir tirsiyan. Piştre em kom komî kirin û birin malan. Hinek dihatin keçikên ku jê hezdikirin dikirîn û dibirin."
- "Her roj li me xistin û dest dirêjî me kirin"
Vahayê got ku yekî bi navê Ebu Leyd bi wê ve 20 keçik stend û li wir jî pişk avêtin û ew belavî milîtanên DÎŞIyê hatin kirin.
Vaha got ku her milîtanî keçikek bir û wiha dewam kir: "Yekî dest dirêjî min kir, lê min li ber xwe da. Min nexwest ku ez ji hevalên xwe veqetim. Lê wî li min xist û her roj dest avêtin me. Mêrikekî 50 salî keçikeke 5 salî hilda û ji xwe re bir. Em nizanin ka çi anîn li serê wê. Ji ber ku tiştek dixistin nav xwarina me her tim xewa me dihat û wan jî çi bixwesta ew dikirin. Me pir zehmetî dît."
Vaha got ku dema ku herêmên nêzîkî Misûlê hatin bombekirin milîtanê ku li ber deriyê wan nobedar bû ji cihê xwe reviyaye û wiha axivî: "Dema ew çû em jî şev saet 11.00an de ji wir reviyan. Yên ku ji me çûn ji xwe çûn. Ez hê jî her roj kabusan dibînim. Wek ku ewê min birevînin hîs dikim. Hikûmeta Iraqê û Kurdistanê divê heman dîlan xilas bikin."
- "Derman didan jinên ducanî ku zarokê wan li ber wan here"
Xezal Mîrzoya ku 21 salî jî got ku milîtanên DÎŞIyê li ber çavên wan gelek mêrên êzdî kuştin û wiha axivî: "Ez sê mehan di destê wan de mam û dest dirêjî me kirin. Derman didan jinên ducanî ku zarokê wan li ber wan here. Zilm li mirovên bêguneh kirin. Dema me êş dikişand ew xweşa wan diçû."
Mîrzo got ku dema ku wan nedîhîşt û li ber xwe didan derman dixistin nav xwarina wan û wiha dewam kir: "Her roj zilm li me dikirin. Rojên jiyana min ên herî zor û qirêj ew roj bûn. Em ji Neteweyên Yekbûyî, hikûmetên Iraq û Kurdistanê dixwazin ku bila jinên me û dîlên me ji destên wan xilas bikin. Em li vir jiyana xwe ya rojane didomînin, lê li cihên din DÎŞI hê jî zilmê mirovan dike. Wan şeref, namûs û dînê me bin pê kir."
- "Divê her kes qirkirin û tundiya li ser êzdiyan qebûl bike"
Wezîrê Şehîd û Enfalê Mehmûd Salih jî daxuyand ku wan lijneyek ava kiriye ku ew zirar û qirkirina DÎŞIyê ya li ser zirar kêmnetewan lêkolînê bikin.
Salih daxuyand ku ew xebatan dikin ku bila her kes qirkirina êzdiyan qebûl bike û wiha axivî: "Dema ku mehan berê Şingal hat dorpeçkirin êzdiyan xwe spartin çiya. Pişt re bi rojan meşiyan û di wê rêwitiyê de gelek mirin. Ev qirkirinek bû û divê her kes vê qirkirinê qebûl bike. Bi saya vê konferansê em dixwazin bila her kes guh bide gotinên van keçikan. Bila Iraq û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî van bûyeran wek qirkirin bi nav bike. Ji ber vê em çûn welatên Ewrupayê û me belgeyên di destê xwe de da wan. Me ji 20î zêdetir civîn kir. Lê divê dadgehên Iraqê biryara qirkirinê bide."
Panel wê du rojan dewam bike. Biryarên ku di panelê de hatin hildan û biryar wê wek raporekî rayedarên neteweyî û navneteweyî ve bê parvekirin.