Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu: "Li herêma me gelek xwîn rişt. Ji vir pê ve em mecbur in ku bi hev re di nav aştî û îstikrarê de bixebitin."
Wezîrê Karên Derve Davutoglu ji bo ziyareteke fermî li Iraqê ye û bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Xoşyar Zebarî re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Davutoglu di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku dîrokeke hevpar ya Tirkiye û Iraqê heye û wek du welatên dost tevgeriyane û wiha jî li pêşerojê dinêhêrin.
Davutoglu wiha axivî: "Me bi ziyaretên dawîn yên di nav du mehan de plana çalakiyê bi serkeftî heta îro anî. Îro jî bi Zebarî ve me plana mehên din çêkir. Em ê mijara zêdekirina hejmara deriyên sînor yên ku di navbera her du welatan de, zêdekirina hejmara firînan, xurtkirina rêyên trenan û nûkirina wan û projeyên din yên ku her du welatan zêdetîr bigîhîne hev bigrin rojeva xwe."
Davutoglu ragihand ku herêma Rojhilata Navîn ji veguherînekê derbas dibe û wiha axivî: "Em dixwazin li hemû herêmê biratiyê, aşitiyê, xebata hevpar û feraseta xweşbîniyê serdest bikin. Welatên ku zêdetîr bandorê ji Sûriyeyê digrin Tirkiye, Iraq, Urdun û Lubnan e. Ji ber wê Konferansa Cenewreyê ya 2yem jî di nav de em giringiyê didin hemû mijarên ku Sûriyeyê û qedera herêmê eleqedar dike."
Davutoglu bal kişand ku dê li hember wan kesên ku li herêmê pevçûna nijadî û mezhebî derdixin bi hev re têbikoşin.
Xoşyar Zebarî jî ragihand ku di navbera her du welatan de di demên dawîn de tekiliyên sar çêbûn lê ew niha destpêkeke nû ava dikin.
Zebarî diyar kir ku ew dê di qadên vejen, av, çandinî û ragihandinê de hevkariya xwe zêdetir bikin.
Davutoglu pirsa der barê komên marjînal de jî bersivand û wiha got: "Dema ku Saddam Huseyin li Helepçeyê sûcê mirovahiyê kir, me hembêza xwe li wan birayên xwe yên ku ji wir hatin re vekir. Em Îro jî birayên xwe yên Suriyî re hembêza xwe vedikin. Li kampên Tirkiyeyê an jî ji Tirkiyeyê tu alikariyek nagihîje komên marjînal yên li Sûriyeyê. Em destûr nadin ku ne li Tirkiyeyê û ne jî li herêma me tundî çêbibe. Ev kom di nav salekî de derketine holê. Têkiliyeke wan û Tirkiyeyê tuneye."