ANKARA
Li gor agahiyên beşa çapemeniyê ya CHPê, Kiliçdaroglû dê 20ê tebaxê roja duşemê here Bexdayê. Serokê Giştê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, di çarçoweya serlêdana Iraqê de dê bi Serokê Iraqê Nûrî el-Malîkî re 21ê tebaxê roja çarşemê guftûgoyekê bike.
Kiliçdaroglû dê ji bilî Malîkî bi siyasetmedarên din, rêberên sunnî û şiî re jî hevdîtinan pêk bîne. Kiliçdaroglû digel bajarên Kerkûk û Necefê dê serlêdana Parlamentoya Iraqê jî bike.
Kiliçdaroglû dê 24ê tebaxê vegere Tirkiyeyê.