Abdullah Tel
26 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de ji ber ku di hin xeberdanên xwe de "heqaret li Serokomar kiriye" fezleke amade kir.
Fezleke bi hinceta ku Kiliçdaroglu di xeberdana xwe ya li Kongreya Asayî ya 35emîn a partiya xwe û 19ê rêbandanê li Meclisê kir de "heqaret li Serokomar kiriye" hat amadekirin.
Parvekirinên Kiliçdaroglu yên ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ku der barê Serokomar de kir jî di naveroka fezlekeyê de cih girtin.