ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, heyeta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji bakûrê Iraqê hat, qebûl kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya navenda Yekeya Çapemeniyê ya CHPê, di nav lijneya PDKê ya ku Kiliçdaroglu ew qebûl kir de Sekreterê Giştî Fazil Mîranî digel Hemen Hawramî, Sefîn Dîzayî, Ahmed Kanî û Abdulselam Rashîd cih digrin.
Mûrat Ozçelîkê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê jî beşdarî civînê bû.