Hejmara Kovara Noktayê ya vê heftê ji ber hinceta "Heqaretê Serokomar kirin û propagandaya rêxistina terorê" hat berhevkirin.
Li gor agahiyê li ser berga hejmara nû de "Heqaretê Serokomar kirin û propagandaya rêxistina terorê" hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Buroya Sûcên Birêxistin ji ber vê hincetê jêpirsîn dan destpêkirin.
Polês li ser daxwaza dozgeriyê çûn buroya Kovara Noktayê ya Kagithaneyê û li wir ev biryar ji rêvebiran re gotin. Piştî vê hejmara nû ya vê heftê ji ofîsên belavkirinê yek bi yek hatin berhevkirin.
Ji hêla din hesabê Twîtterê ya kovarê jî hat astengkirin.