Piştî nûçeya rojnameya Sozcuyê ya ku tê de îdiayên bêbingeh ên ku saziya Anadolu Agencyê (AA), xebatkarên wî wek hedef nîşan dide, Midûriya Herêma Diyarbekirê ya AAyê rastî êrîşê hat.
Kameramanê AAyê yê diçû ku xwepêşandana 500 kesî ya ku li Qada Dagkapiyê qedexeya derketina derve ya ku Walîtiya Diyarbekirê li navçeya Sûrê ya Navend îlan kir, protesto dikirin bikêşe. Dema ku kameramanê AAyê ji buroyê derdiket hin kesên di komê de dev avêtin wî.
Wan kesan kameramanê AAyê xistin nav xwe û bi qasî 5 deqîqeyan tehdît, heqaret û dijûnên giran ên wekî "em we hemûyan nas dikin, em dê vir bombe bikin" kirin.
-Kameraya ewlehiyê dîmen kişand
Dema êrîşê ya ser kameraman bi awayekî hûrgulî di kameraya ewlehiyê ya saziyê de cî girt.
Tê dîtin ku êrîşkarên ku li ber derî sekinîne dema ku kameramanê AAyê ji avahiyê derdikeve dev diavêjinê, jê re îşaretan dikin û tehdît, dijûn û heqerat lê dikin.
Balê dikşîne ku beriya êrîşê kesekî di komê de bênavber avahiyê raçav dike.
-Parlementerên CHPyê îdiayên Sozcuyê kir pêşniyarpirs
Rojnameya Sozcuyê duh bi manşeta "Ajansa ku Ataturk ava kir, di destê AKPyê de ket vê rewşê" nûçeyek weşandibû û cî dabû îdiayên ji rastiyê dûr ên der barê mulaqata ku AAyê di çarçoveya "Perwerdeya Nûçegihaniya Nifşa Nû" de kir û bêyî ku serî agahiyên AAyê bide ev îdiayên bêbingeh weşandibûn.
Di nûçeyê de her wiha der barê sazî û birêvebirên saziyê de bêbextiyên cur bi cur hatibûn kirin. Piştî nûçeya bêpalpişt a rojnameya Sozcuyê ya der barê îdiayên bêbingeh ên ku zirarê dide AAya ku yek ji saziyên herî kevn ên Tirkiyeyê de cî digire, parlementerên CHPyê jî pêşniyarpirs dabûn û piştgirî dabûn vê kampanyaya zirardayîn û hedefnîşandanê.