2015 ж. 10 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 11 қараша
ANKARA
Serokê DYAyê Barack Obama ji bo serkeftina AK Partiyê ya ku di hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya di 1ê mijdarê da bi dest xist, Serokwezîr Ahmet Davutoglu pîroz kir.
Muşavirtiya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê daxuyand ku Obama telefonê Davutoglu kir û ji ber serkeftinê ew pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bilî mijarên dualî behsa Sûriyeyê û geşedanên li herêmê jî hat kirin. Obama bal kişande dostanî û hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê. Obama got ku ji bo ku li hember DAEŞê tekoşîn dewam bike û li herêmê pirsgirêk bên çareserkirin hevkarî divê dewam bike. Hat gotin ku Obama hêvî kir ku ew ê bi Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu re di Civîna G20yê de ya ku wê li Antalyayê bê li dar xistin de zêdetir biaxive."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî ji ber pîrozkirinê spasiya Serokê DYAyê Barack Obama kir û daxuyand ku gel zêdetir beşdarî hilbijartinê bûye û ev jî nîşaneya demokrasiyê ye.
Davutoglu got ku hevkariya herdu welatan ya ku heta niha dewam dike wê ji vir pê ve jî dewam bike.