10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama li ser têlefonê der heqê meseleya terorê û rûdanên ku li Sûriyê diqewimin de axivîn. Her du serok bi taybetî jî li ser şirîkatiya ku divê ji bo mûxalefeta Sûriyeyê xurt bibe û tundiya li ser DAEŞê jî zêde bibe sekinîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan Serokê DYAyê Obama têlefonê Serokomar Erdogan kir û hevdîtin wisa pêk hat. Obama ji ber encamên hilbijartina giştî ya 1ê mijdarê gelê Tirkiyê pîroz kir.
Di rojeva hevdîtinê de Lûtkeya G-20ê ya ku wê li Antalyayê bê kirin û rûdanên dawîn ên ku li Sûriyê diqewimin cih girtin.
Serokomar Erdogan li ser mijara şirîkatiya ku divê ji bo xurtkirina muxalefeta Sûriyê ya nerm û operasyonên li dijî DAEŞê bên kirin, sekinî.
Erdogan û Obama ragihandin, lazime ku êdî dawî li êrîşên PKKya rêxistina terorê bên.